Zîlan li Dêrikê hat bibîranîn 2024-07-02 14:47:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Zeynep Kinaci (Zîlan) li Dêrikê hat bibîranîn.    Rêxistina Kongra Star a bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 28’an a çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) civînek li dar xist. Civîn li avahiya PYD’ê bi beşdariya endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl li dar ket.   Di civînê de rêvebera Kongra Star Fatima Silêman axivî û soza şopandina xeta pakrewanan da avakirina welatekî azad da.   Di dawiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna  Zîlan hat pêşkêşkirin.