Baroya Şirnexê têkildarê talankirina xwezayê daxuyanî

  • 16:00 1 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - Baroya Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya li Botanê diyar kir ku ew ê li dijî vê talankirinê dest bi hewldanan bikin û pêvajoyê bişopînin. 
 
Talankirin ango qirkirina dar û xwezaya li herêma Besta, çiyayên Cûdî, Gabarê û herî dawî jî talankirina darên li gundê Komate yê bi ser navçeya Elkê ve ku bi destê cerdevanan û di çavdêriya leşkeran ve tên kirin, berdewam dike. Komîsyona Hawirdorê û Bajêr a Baroya Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya li herêmê daxuyaniyek nivîskî belav kir.  
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê li dijî talana li herêmê ku berdewam dike têkoşîn bê kirin û wiha hat gotin: “Em her sal li dijî talankirina xwezaya Şirnexê; tevî serlêdan û gilî dikin, raporên me ji raya giştî re eşkere kir jî, hewldana ku herêm bêdar û ziwa bimîne berdewam dike. Bi hatina demsala havînê re birîna daran û rûxandina xwezayê bi awayek lez û bez berdewam dike. Her roj bi sedan ton dar tên birîn û tên tunekirin. Me berê jî gotibû; xwezaya Şirnexê dikin qurbanê rantê. Herêmê veguherandine qada madenê û veguherandine qada şantiyeyê. 
  
Di vê pêvajoya em gihîştinê de em ê pêvajoya hiqûqî berdewam bikin û em ê biryar  û îradeya xwe deynin  holê û çavê xwe ji  talankirina xwezaya xwe re negirin. Em ê li dijî vê talanê dîsa hewldanên xwe yên pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin û pêvajoyê ji nêz ve bişopînin.”