Li Metîna şewat

  • 16:10 28 Hezîran 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên tirk herêma Metîna bombe kirin û li herêmê şewat derket.
 
Balafirên şer ên tirk herêma Metîna bombebaran kir û li herêmê şewat derket. Li gorî nûçeya Rojnewsê, hat diyarkirin ku balafirên şer ên tirk herî dawî herêma Metîna ya navçeya Amêdiyê ya Duhokê bombebaran kir.
 
Heman çavkaniyan diyar kirin ku ji ber bombebaranê li herêmê şewat derketiye. Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.