Piştî ku şewata li Omeryan hat tefandin helîkopter hatin

  • 20:13 27 Hezîran 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Saetên sibehê de li herêma Omeryan şewat derket. Şewat bi piştevaniya gundiyan hat tefandin û piştî tevandinê Walîtiya Rihayê helîkopter şandin.
 
Li herêma Omeryan ya li sînorê Nisêbîn a Mêrdînê saetên sibehê 06.00’an de şewat derket û li herêmê belav bû. Bi alîkariya îtfaye û gundiyan agir hat tefandin. Bi hezaran dekar qad şewitî.
 
Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan ya DEM Partiyê û Parlameter Kamuran Tanhan ji Walîtiya Mêrdîn û qehmeqamtiya Nisêbînê daxwaza helîkopterê kirin. Daxwaza wan nehat cih. Piştî agir hat tefandin helîkopter hat û hat gotin ku ev helîkopter aydê Walîtiya Rihayê ye. 
 
Han hînbûn ku ekîbên îtfaye û gundî li herêmê wê nobetê bigirin.