Li Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket

  • 18:54 27 Hezîran 2024
  • Rojane
SEMSÛR - Li gundê Koçalî ya Çilîkan a Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket. Welatî û ekîbên îtfayeyê axir xistin bin kontrolê.
 
Li gundê Koçalî ya girêdayê Çilîkan a Semsûrê ji ber têlên ceyranê şewat derket. Şewat her çû zêde bû û li qadek befireh belav bû. Di şewatê de texrîbata ekolojîk hat jiyîn. Welatiyan û ekîbên îtfayê muxaleyê şewatê kirin û xistin bin kontrolê.