Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da

  • 15:47 27 Hezîran 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Girtî Şefîk Esen, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. 
 
Girtî Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê dihat ragirtin û ev 40 roj bûn li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Şefîk dê li gundê Beşpinar ê navçeya Çinara  Amedê were definkirin. 
 
Li gorî agahiyan; Şefîk, par di meha kanûnê de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin. Hat zanîn ku gelek nexweşiyên kronîk ên Şefîk hebûn.