Girtiyekî din jiyana xwe ji dest da 2024-06-27 15:47:13     ENQERE - Girtî Şefîk Esen, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.    Girtî Şefîk Esen (36) ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê dihat ragirtin û ev 40 roj bûn li Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Şefîk dê li gundê Beşpinar ê navçeya Çinara  Amedê were definkirin.    Li gorî agahiyan; Şefîk, par di meha kanûnê de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate girtin. Hat zanîn ku gelek nexweşiyên kronîk ên Şefîk hebûn.