'Di şînê de ceyran tune ye û em zehmetiyan dikşînin'

  • 09:04 26 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan- Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Jinên li herêma ku karaset lê hat jiyîn, diyar kirin ku ev 2 meh e li gund ceyran tune ye û dişînê de jî ceyrana tune ye û ji bo mêvanên tên şînê li ser agirê ku pê dixînin çayê çêdikin.
 
Di şeva 20’ê hezîranê de li gundê  Kelekê ya Şemrexa Mêrdînê û gundê navçeya Çinara Amedê Tobînî û Herberê şewat derket. Di şewatê de 15 kesî jiyana xwe ji dest da û li gorî daneyên Wezareta Daristan û Çandiniyê 924 sewal telef bûne, bi hezaran hektar qad tune bûye. Der barê şewatê de lêpirsîna hatiye destpêkirin didome. Di pêşrapora kesê dizane de, hat tespîtkirin ku şewat ji ber ceyranê pêk hatiye. Li aliyê din li gundê Kelekê 10, li Tobînî 2 û li Herberê jî 3 kesanên ku jiyana xwe ji dset dabûn hatin definkirin.
 
Kesên jiyana xwe ji dest dabûn navê wan wihaye: Resul Yilmaz, Şeyhmus Demîr, Mezher Demîr, Remzî Yilmaz, Îsmaîl Yardimci, Abdurrahman Bugdayci, Sînan Devîren, Rezan Yilmaz, Azad Yilmaz, Taliha Demîr, Nurî Demîr, Fadil Demîr, Kerîme Erdenli, Ubeydellah Bugdayci, Halîme Erdem.
 
Ji ber dewletê mudaxaleyê şewata li gundan nekir bîlanço giran bû û hem gundî hem rayagiştî bertekên mezin nîşan dan.
 
‘Piştî her der wêran bû helîkopter hat’
 
Ji gundê Herberê Sultan Okra şeva ku şewat derket vegot û da zanîn k şewat bi lez belav bûye û wiha got: “Me  qêrîn û hewar bihistin. Em çûn cihê şewatê. Me jin dît, jin di nav agir de dişewitî. Birayê wê hema hembêz kir bir ambulansê lê şewitî bû. Dîsa ji gundê me Îsmaîl jî di nav agir de mabû. Nedihat nasîn. Bavê wî ji tiliya wî nas kir. Wî jî jiyana xwe ji dest da. Dewletê dereng mudaxale kir. Ger dewlet di dema xwe de bihata wê ev nehatibana jiyîn. Bila xweda mafê van mirovan van sewalan ji wan re nehêle. Dîsa yên hatin alîkariya me DEM Partî bû, şaredarî bû. Piştî her der wêran bû helîkopter hatin lê ji xwe çi bibû bibû. Mirovan jiyana xwe ji dest dabûn.”
 
Li ser agir çayê çêdikin
 
Ji gundiyan Husnugul Gulmuş jî wiha anî ziman: “Ev du meh e ceyrana me tune ye. Gotin deynê ceyranê. Me deyn da jî wan ceyran berneda. Em avê niha li ser agir germ dikin û di şînê de bi kar tînin. Ji ber ceyran tune ye em wisa çayê çêdikin. Niha cihên wekê Stenbol, Enqere û Trabzon bûna wê rayedar biçûna wan deran. Serokomar ji bo me Kurdan tiştekî nake. Îsal şaredarên me hatin hilbijartin. Pir baş bû. 6 sal berê ceyranê bi hevjînê min girt.  Çavên wî nabînin. Ji sedî 99 sûcên wan bû. Tevî doza me hat dîtin mafên me nadin me. Sedema vê jî hikûmete."