DEM Partiyê belavokên mitînga ‘li dijî qeyûm’ belav kirin

  • 16:05 25 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - DEM Partiyê, li navçeya Arnavûtkoyê belavokên mitînga ku dê li dijî xespa vînê bê lidarxistin belav kirin û banga tevlibûna mitîngê kir. 
 
Li Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê di 29’ê hezîranê de li Qada Kartalê mitînga “Em ê ji bo ked û azadiya xwe pêşiyê li qeyûm bigirin” dê bê lidarxistin. Amadekariyên mitîngê berdewam dikin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Arnavûtkoyê ji bo mitîngê belavok belav kir û banga tevlibûnê kir. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar û gelek partiyi tev li belavkirina belavokan a li Taxa Fatîhê bûn. Dikandaran û welatiyan eleqeyeke zêde nîşanî belavokan dan. Di belavokan da cih dan vê bangê “Em ê ji bo keda xwe, azadiya xwe û pêşeroja xwe li dijî pergala sermayeyê û desthilata qeyûm têkoşîna yekgirtî mezin bikin û pêşiyê li qeyûm bigirin.”