Ji ber 'poşmantî' qebûl nekirin nehatin berdan

  • 14:23 25 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûcayê û Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê tên ragirtin sepanên binpêkirinên mafan parve kirin. 
 
Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa L ya Alanyaya Antalyayê înfaza gelek girtiyan şewitand û berdana wan asteng kir. Hat zanîn ku girtiyên 30 sal in tên ragirtin û paşnavên wan nehatine zanîn Rojda, Leyla û Hatîce Kaçmaz ji bor ferzkirina poşmantiyê qebûl nekirine berdana wan hatiye astengkirin. 
 
Berdana Hatîce Kaymak ku cezayê xwe yê 9 salan temam kiriye, bi hinceta cezayên dîsiplînê û ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye ev 2 sal in tê taloqkirin.