Ji ber 'poşmantî' qebûl nekirin nehatin berdan 2024-06-25 14:23:30       ANTALYA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûcayê û Girtîgeha Tîpa L ya Alanyayê tên ragirtin sepanên binpêkirinên mafan parve kirin.    Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa L ya Alanyaya Antalyayê înfaza gelek girtiyan şewitand û berdana wan asteng kir. Hat zanîn ku girtiyên 30 sal in tên ragirtin û paşnavên wan nehatine zanîn Rojda, Leyla û Hatîce Kaçmaz ji bor ferzkirina poşmantiyê qebûl nekirine berdana wan hatiye astengkirin.    Berdana Hatîce Kaymak ku cezayê xwe yê 9 salan temam kiriye, bi hinceta cezayên dîsiplînê û ferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye ev 2 sal in tê taloqkirin.