Şêniyên Dêrikê ji bo Abdullah Ocalan meşiya

  • 13:55 25 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçerê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daketin qadan û gotin azadiya wî, çareserkirina pirsgirêka Kurd û sepandina aştiyê û aramiyê li herêmê bingeha jiyana aştiyane ya li Rojhilata Navîn e.
 
Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 19'ê Cotmehê û xiyanetê têk bibin" meşiyan. 
 
Ev çalakî û gelek çalakiyên din ên bi vî rengî di çarçoveya piştgiriya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pisgirêka Kurd re çareserî" de li dar ketin.
 
Meş ji Qada Azadî ya li bajarê Dêrikê dest pê kir û li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya.
 
Li wir, hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Ayhan Murad axivî  û got: "Divê çalakiyên me berdewam bikin, ji ber ku em xwediyê projeya neteweya demokratîk in ku li ser raman û felsefeya Abdullah Ocalan ava bûye. Ji ber wê, divê em nîşaneya serkeftinê her tim bilind hildin da ku ji gelê xwe û Rêber Abdullah Ocalan re azadiyê bi dest bixin."
 
Endamê Meclisa bajarê Til Koçerê Yusif El Mehûs jî got: "Azadiya Rêber Abdullah, çareserkirina pirsgirêka kurd, sepandina ewlehiyê û aştiyê li herêmê, bingehên jiyana aştiyane ya li Rojhilata Navîn e."
 
Yusif wiha domand: "Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were, divê Rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan."