'Em ê politikaya li ser bingeha azadiya jinan ava bikin'

  • 11:44 25 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli sêyemîn kongreya PYD'ê bûn dan zanîn ew ê politikaya li ser bingeha azadiya jinan bidin avakirin û gotin:"Hêvî û baweriya me ya di vê kongreyê de ew e ku em di vê kongreyê de gelek plan û nirxandinên hêja derbixin da ku em zêdetir xebata xwe di milê rêxistinî de bidin xurtkirin û zêdetir bi pêşxistina îdeolojiyê bimeşin. Em dixwazin bi rêxistinkirina gelan civakek azad, bi sinc û politikaya li ser bingeha azadiya jinan ava bikin."
 
Bi dirûşma "Rêxistinbûn û parastin bingeha avakirina civaka siyasî, demokratîk a azad e" Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sêyemîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de rewşa siyasî di nav de rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û herêmê hat nirxandin her wiha rapora du salan hat xwendin li ser wê gelek nîqaş hatin kirin. Di heman demê de rexne û rexnedayin li pêş bû. 
 
Jinên tevli kongreyê bûn nirxandin kirin. Jinan gotin:"Em lidarxistina sêyem kongreya partiyê li gelê kurd pîroz dikin. Îro di PYD'ê de sîstema hevserokatiyê li pêş e ev jî bi saya paradîgmaya netewa demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye da ku jin cihê xwe di sîstema hevserokatiyê de bigirin. Ev yek jî pêk hat her wiha ji bo avakirina civakek demokratîk da ku jin tê de di hemî qadên civakî de cihê xwe bigire, pergala hevserokatiyê gelekî girîng e."
 
'Em ê politikaya li ser bingeha azadiya jinan bidin avakirin'
 
Di destpêka axaftina xwe de ji Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Efrînê (PYD) Velentîna Ebdo axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Sêyemîn kongreya partiyê li bajarê Helebê me daye lidarxistin. Hêvî û baweriya me ya di vê kongreyê de ew e ku em di vê kongreyê de gelek plan û nirxandinên hêja derbixin da ku em zêdetir xebata xwe di milê rêxistinî de bidin xurtkirin û zêdetir bi pêşxistina îdeolojiyê bimeşin. Em dixwazin bi rêxistinkirina gelan civakek azad, bi sinc û politikaya li ser bingeha azadiya jinan bidin avakirin."
 
'Tevî şertên zehmet jî em kongreyên xwe li dar dixin'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Velentînayê bal kişand ser yekem kongreya Meclisa Jinan a PYD'ê ya li Helebê ya ji bo zêdetir xurtkirina erka jinan û wiha got:"Beriya niha bi heyvekê me li bajarê Helebê yekem kongreya Meclisa Jinan a PYD'ê li dar xistin da ku em zêdetir rola jinan di partiyê de bidin xurtkirin. Di wê kongreyê de gelek lawaztiyên kar me da nirxandin da ku zêdetir em jinan di milê siyasî de bidin pêş û ji bo avakirina siyasetek demokratîk û îdeolojiya rizgarkirina jinê. Îro jî li vir li bajarê Helebê me kongreya Meclisa Giştî ya PYD'ê li dar xist. Tevî hemî şert û mercên zehmet ku herêm tê re derbas dibe bi taybet tevî dewamkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên Medyayê dîsa me kongreyên xwe li dar xist. Ev jî li hemberî êrîşên ku li ser me tên dewamkirin, dibe bersiv. Em dixwazin bi vî rengî bi rêxistina xwe û perwerdekirina endam û civaka xwe êrîşên dijmin vala derbixin."
 
Girîngiya cihgirtina jinan a di siyasetê de 
 
Di dawiya axaftina xwe de Velentînayê da zanîn ku ew ê asta têkoşîna xwe berfireh bikin, xwe bigihînin hemî jinan ji ber ku dema jin cihê xwe di qada siyasî de negire wê ev siyaset bibe siyaseta şer û desthilatdariyê û wiha pê de çû:"Lê berovajî vê ger jin hebe wê rêxistinbûnek bi sinc û politikayek demokratîk bê avakirin û li ser wê bingehê wê jin têkoşîna xwe bilintir bikin da ku Rêberê xwe fîzîkî azad bikin."
 
'Di PYD'ê de sîstema hevserokatiyê li pêş e' 
 
Di heman demê de li ser girîngiya lidarxistina kongreyê Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Silêman jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha got:"Em lidarxistina sêyem kongreya partiyê li gelê kurd pîroz dikin. Îro di PYD'ê de sîstema hevserokatiyê li pêş e ev jî bi saya paradîgmaya netewa demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye da ku jin cihê xwe di sîstema hevserokatiyê de bigirin. Ev yek jî pêk hat her wiha ji bo avakirina civakek demokratîk da ku jin tê de di hemî qadên civakî de cihê xwe bigire, pergala hevserokatiyê gelekî girîng e."
 
'Jina kurd bi rêxistinbûna xwe bûye nimûneya ji bo jinên cîhanê' 
 
Di dawiyê de Hêvînê da zanîn ku ew hemî li ser esasê projeya netewa demokratîk xwe bi rêxistin dikin lewma pêşketin û destkeftiyên pir mezin hatine bidestxistin û wiha got:"Lewma jina kurd bi rêxistinbûna xwe bûye nimûneya hemî jinên cîhanê û bi taybet piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava têkoşîna jinên kurd mezintir bûye. Li tevahî cîhanê îro jin xwe bi rêxistin dikin û xwedî li xwe û nasnameya xwe derdikevin. Ji ber ev têkoşîn hem ji bo jinên kurd hem jî ji bo hemû jinên cîhanê gelekî girîng e. Loma lidarxistina kongreyên bi vî rengî jî girîng e. Kongreya sêyem me pîroz kir û me da teqezkirin ku wê ev kongre bibe cihê çareseriya aloziya cîhanî. Wê bi vî rengî hemû jin bi hev re bi yek destî li dijî hemû cureyên qirkirinê bisekinin."