DÎK'ê ji bo Huda Kaya bang kir

  • 23:20 24 Hezîran 2024
  • Rojane
AMED - DÎK'ê di daxuyaniya xwe ya ji bo Parlamentera berê ya HDP'ê Huda Kaya ya ku 38 caran bi daxwaza cezayê muebbetê dihat darizandin, banga hestiyariyê û nerazîbûnê li dijî hiqûqê kir.
 
Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) têkildarî rûniştina Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya ku ji 1'ê Mijdara 2023'an ve di çarçoveya Doza Kobanê de li Girtîgeha Marmarayê tê girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku behsa têkoşîna siyasî ya Huda hat kirin de hat destnîşankirin ku Huda ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin.
 
'Zilma we dê dawî li we bîne'
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 28'ê Sibatê de li dijî qeyûman û li dijî dagirkeran li gel her cure darbeyên leşkerî, siyasî û edlî têkoşîna azadiyê didomînin û wiha hate gotin: "Wê me ji rêya me negire. Hûn çiqas êrîş bikin em ê ewqasî xurt bibin, hûn çiqasî bigirin em ê ewqas zêde bibin û ev zilm dê rojekê teqez dawî li we bîne."
 
Bang
 
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bang li her kesî dikin ku li hemberî vê zilma hovane ya hikûmetê ku ji bilî xwe mafê jiyanê nade tu kesî hestiyar bin û li dijî vê bêhiqûqiyê nerazî bin."