Li Efrînê destdirêjî li zarokekê hat kirin

  • 22:30 24 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye duh çeteyekî destdirêjî li zarokeke keç kir.
 
Li gorî nûçeya Efrîn News 24, duh êvarî li navçeya Şêrawa ya Kantona Efrîn-Şehbayê çeteyê bi navê Yûsif yê girêdayî Feyleq El Şem ya dewleta tirk destdirêjî li zaroka keç K.M. ya 17 salî kir. Hat zanîn ku K.M. ya ji gundê Kebeşîn yê Şêrawa ye hate revandin û piştî rojekê zarok vegerandine malbata wê.
 
Piştî vegerandina zarok ji malbetê re li gorî nûçegihana rûpela Efrîn News 24 ku li navçeya Şêrewa ye hate zanîn ku çeteyê bi navê Yûsif zêdeyî carekê destdirêjî li ser zaroka bi navê K.M hatiye kirin. Piştî bûyerê bavê zarok hewl da wê qetil bike, lê gundiyan nehişt.