4 cenaze li morga Şirnexê tên rawestandin

  • 14:17 24 Hezîran 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Cenazeyên 4 endamên HPG’ê ku tê gotin li çoltarê Elkê jiyana xwe ji dest dane, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Malbatan gotin ku cenaze şewitîne û nayên naskirin. 
 
Artêşa dewleta tirk li bejahiya gundê Melese, Hemka û Çiyayê Bermalê yên navçeya Elkê ya Şirnexê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Hat ragihandin ku di pevçûnên li herêmê de 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên HPG’iyan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û ev sê roj in li wir tên sekinandin. Malbatên ji bo teşhîskirina cenazeyan çûne morgê, diyar kirin ku cenaze şewitîne û nayên naskirin. 
 
Di heman demê de malbatan gotin ku sarincên morgê nayên bikaranîn lewma bêhn ketiye cenazeyan. Malbatên ku ji bo cenazeyan ji navçeya Gever a Colemergê, Elkê û ji Rojhilatê Kurdistanê hatin Şirnexê, dê ji bo teşhîskirinê xwînê bidin.