2 cenaze anîn nexweşxaneya Êlihê

  • 13:56 24 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
ÊLIH - Hat zanîn ku ji herêma operasyonê ya li Çiyayê Mawayê 2 cenaze anîne Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê. 
 
Li Çiyayê Mawa û gundê Xirbêkûr ên bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve di 18’ê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona li Mawayê ku heta navçeya Kercewsê ya Êlihê belav bûye, berdewam dike. Ev operasyon û şerê du roj in li gundê Bilexşê ya dikeve herêma Torê ango li ser navçeya Kercewsê, bi SÎHA, F-16 û helîkopteran tê bombebarankirin. Tê gotin bi beşdariya sedan leşker operasyon li wê herêmê pêk tê. Hat zanîn ku 2 cenaze ji herêma şer anîne Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê. 
  
Di şerê 18’ê hezîranê yê li Mawayê du kesên birîndar anîbûn nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku ji birîndaran Hasret Kaçar xistine emeliyetê û ranê wê hatiye jêkirin. Hat zanîn ku tedawiya kesê bi navê Nurettîn Tekîn jî li beşa venêrîna awarte berdewam dike û hatiye ser hişê xwe. 
 
Li aliyê din hat zanîn ku şewata duh li herêma operasyonê rû dabû, ji ber barîna baranê vemirî ye. Liv û tevgera leşkerî ya li herêma operasyonê berdewam dike.