Li ber şaredariya Wanê nobed didome

  • 21:07 21 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya nobedê ya li hemberî tayînkirina qeyûman li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de didome.
 
Li dijî qeyûmê ku tayînî Şaredariya Colemêrgê hat kirin, li Wanê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû destpêkirin di roja xwe ya 2’yemîn de berdewam dike. Komeleya Mafên Mirovan Şaxa Wanê (ÎHD) serdana nobedê kir.
 
Gelek kes beşdarî çalakiya ku danê êvarê dest pê kir bûn.
 
Çalakiya nobetê wê heta saet 21.00’an bidome.