Li Şemrexê 8 kesên din hatin definkirin

  • 20:20 21 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN – Li taxa Kelekê ya Şemrexê 8 kesên din ku 2 ji wan birayên hev bûn û di şewata li taxa Kelekê ya Şemrexê de jiyana xwe ji dest dabûn bi tilîliyan spartin axê.
 
Li navçeya Şemrex a Mêrdînê 8 kesên ku 2 ji wan birayên hev bûn, di şewata ku li navçeya Kelekê  ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn, bi dirûşmeyan hatin definkirin.
 
Birayên Mazhar Demîr, Sînan Devîren û Rezan û Azad Yilmaz ên ku piştî karên li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê anîn Kelekê, li vir bi duayan ji aliyê sedan kesî ve hatin definkirin.
 
Tevî malbatan, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, rêxistinên navçe û bajaran, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajar û navçeyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên sivîl, nûnerên sendîkayan û bi sedan kes beşdarî merasîma cenaze bûn.
 
Li gorî vê yekê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 14’an, heta niha 8 kes li Kelekê hatin definkirin.