Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Em dest ji têkoşîna xwe bernadin

  • 21:22 20 Hezîran 2024
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, di meha 107'mîn meha ya Komkujiya Pirsûsê de gotin "Edalet ji bo 33 Rêwiyên Xeyalan" û xwestin berpirs bên eşkerekirin.
 
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê, 33 ciwanên sosyalîst ên dema xwestin pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin li Navenda Çandê ya Amarayê di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, di 107'emîn meha komkujiyê de li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê bibîr anî.
 
Malbatên kesên hatin qetilkirin û kesên di komkujiyê de birîndar bûn, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Partiya Şoreşger, endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, endamên Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF), Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çiçek Otlû û Kezban Konûkçû û Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz û gelek kes beşdarî bîranînê bin.
 
Di bîranînê de dowîzên wêneyên ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser hatin hilgirtin û tim dirûşmeyên "Wê hesabê Pirsûsê bê pirsin", "Pirsûsê ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" hatin berzkirin.
 
Li ser navê Înîsyatîfa Malbatên Pirsûsê Hîvda Selenê daxuyaniyê xwend.
 
Hîvda Selenê anî ziman ku wekî malbatên Pirsûsê û birîndarên komkujiyê ji roja ku komkujî çêbûye heya niha ji bo edaletê têdikoşin û got ku 9 sal in ji bo zevtkirina kujeran û eşkerekirina kesên alîkariya wan kirine û bêhiqûqîtiyên di dosyeya komkujiyê de ji holê bên rakirin têdikoşin.
 
Hîvda bibîr xist ku wekî di danişîna dawî ya dozê de hatiye dîtin 9 salan kursiya bersûc vala bûye û got: "Bersûcên firar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî hê jî nehatine zevtkirin. Çendî her du bersûc li Îdlibê di girtîgehê de ne jî, heyeta dadgehê bi israra ji bo tespîtkirina cihê bersûcan nivîsê ji mdiûriyeta polîsan re dişine. Midûriyeta polîsan jî, pirsên dadgehê nabersivîne. Dadgeh ji bo anîne her du ebrsûcên ku cihê wan tê zanîn dikare karbidestiya xwe bi kar bîne, lê ji bo vê karbidestiyê bi kar neyne israr dike. Her wiha daxwazeke me ya din jî ew e ku Wezîrê berê Ahmet Dacûtoglû bê guhdarkirin. Lê ev daxwaza me bê hincet tê redkirin."
 
Hîvda destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê her gotina xwe bejin û got: "20'ê Tîrmehê 9'emîn salvegera komkujiyê ye. Em ê wê rojê, wekî her sal li ser gorçn wan bin. Em ê biçin Navenda Çandê ya Amarayê û em ê qurnefîlan deynin. Em ê heya 20'ê Tîrmehê li bajarên cuda bernameyên bibîranîn li dar bixin û belgefîlman nîşan bidin. Em her kesî vedixwînin çalakiyên bibîranînê."