Li dijî qeyûmê li Wanê banga tevlîbûna nobedê hat kirin

  • 20:36 20 Hezîran 2024
  • Rojane
WAN – Li dijî tayînkirina qeyûman li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiya nobetê hat destpêkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku tayînkirina qeyûman ne tenê pirsgirêka Kurdan e û banga piştgirîdayîna çalakiyê hate kirin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê li dijî tayînkirina  qeyûmê ya li Şaredariya Colemergê dest bi nobetê kir. Di çalakiya ku li baxçeyê avahiya Şaredariya Bajarê Mezin dest pê kir de pankartên bi Kurdî û Tirkî yên bi nivîsa "Derbasbûna qeyûm û faşîzmê nabe. Vîna gel nas bikin" û "Şaredarî yên me ne em dê destûrê nadin xespê" hatin daliqandin. Rêxistinên Herêm û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), MEBYA-DER, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARSÎSA), Platforma Ked û Demokrasiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek saziyên sivîl beşdar bûn û gelek welatî jî piştgirî dan.
 
Her ku saet derbas dibûn, jinên ku bi zarokên xwe re hatin, her ku çû zêde bû bal kişand. Dema zarokan li baxçeyê şaredariyê dilîstin, dayikan li ser geşedanên siyasî sohbet kirin. Piştre Meclîsa Ciwanên DEM Partiyê û Dayikên Aştiyê stran gotin.
 
Hevserokê DEM Partiyê ya bajêr Veysî Dîlekçî axivî û bal kişand ser serkeftina gel a hilbijartina herêmî de derket holê.  Veysî banga berxwedanê kir.
 
Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.