Li Brezîlyayê Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re

  • 20:16 20 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sao Paulo ya Brezîlyayê Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re hat lidarxistin.
 
Li bajarê Sao Paûlo yê Brezîlyayê Çalakiya Diyalogê bi Abdullah Ocalan re hat lidarxistin. Di çalakiya li Zanîngeha Eyaleta Campînas de mijara “Dengên Şoreşa Kurd: Konfederalîzma Demokratîk, Tevgerên Jinê û Jineolojî” hat nîqaşkirin. Zêdeyî 50 kesan tevlî nîqaşa ku ji aliyê 30 xwendevanan ve hate rêvebirin, bûn. Fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkanîna van li Rojhilata Navîn hat nîqaşkirin. Hate destnîşankirin ku rewşa Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û ji derveyî mirovahiyê ye.
 
Gelek xwendekar pirsîn ku wê fikrên Konfederalîzma Demokratîk li Brezîlyayê çawa were pêkanîn. Qala civaka Quîmbolos, herêmên xwecihî yên di berxwedanê de û dagirkirina axê ji aliyê malbatên wan ve hate kirin.