Li Qabilcewazê mirineke biguman

  • 13:21 20 Hezîran 2024
  • Rojane
 
ÊLIH - Li Qabilcewazê zaroka 17 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gundê Heldayê yê navçeya Qabilcewazê ya Êlihê zaroka 17 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Piştî ferdê malbatê xeber şandin, tenduristkar hatin gund. Tenduristkaran diyar kir ku zarok jiyana xwe ji dest daye.
 
Cenazeyê ku hat îdiakirin xwe kuştiye, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. Piştî karen otopsiyê li gund hat definkirin.