Tifaqa Jinan wê bi riya 3’yemîn bê gel hev!

  • 09:05 19 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Rozerin Gultekin
 
STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Stenbolê Aygul Sîncar, serdana jinên femînîst ên li Amed û Êlih û girîngiya tifaqa jinê axivî û got desthilatdarî xurtbûna jinan wek xetere dibîne û li dijî vê jî wê bên gel hev û bi riya 3’yemîn wê tifaqa jinê, hevserokatî û azadiya jinê pêş bixînin.
 
Jin li dijî tifaqên serdestiya mêr, tifaqên şer û tifaqên ku krîzê giran dikin ‘tifaqa jinan’ pêş dixînin û mezin dikin. Tifaqa Jinan a bi ‘jin jiyan azadî’ sînor bezandiye û her diçe mezin dibe, jinan tîne gel hev. Nirxandina ‘Tifaqa jinan wê demê diyar bike’ li her derê tê kirin. Foruma ‘ji Kobanê heta Geziyê em ji bo edalet û azadiyê tên gel hev’ û serdanên ku jinên femînîst li Amed û Êlihê pêk anîbû yek ji van gavan bûn.
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Aygul Sîncar der barê tifaqa jinan de axivî.
 
‘Tifaka jinan ji bo demokrasiyê ferz e’
 
Aygulê destnîşan kir ku hedefa hemu krîzan jin in û ji ber vê jî têkoşîna jinan a hevpar ferz e. Aygulê wiha anî ziman: “Tevgera Jinên Kurd tevgerek bikok e û di heman demê de bi tevgera jinên Kurd re tevgerên femînîst, hemû saziyên jinan ligel hev cih girtin ji bo demokrasiyê ferz e. Tifaqa jinan çima ferz e? Pirsgirêkên jinan li her derê ye û wekhev in. Ji ber vê jî divê jin ji bo çareseriyê piştgiriyê bidin hev û hêzê bidin. Li dijî pergala serdest a mêr hemû jin divê xwe bi rêxistin bikin û bigihêjin çareseriyê. Ya ku desthilatdarî dixwaze pergala serdest a mêr bidome û jinan hepsê nav çar dîwaran bikin. Di Kobanê, Gezî û çalakiyên Wanê de li her derê jin di eniya pêş de bûn û ev jî ji bo pergalê tehdîd e. Hişmendiya jinê xwedî hêza ku pergalê serobino bikeye. Jin di hişmendiya vê de ne.”
 
‘Em ê bi jinan re bên gel hev’
 
Aygulê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Nokteyên ku berxwedana Gezî û serhildana Kobanê kiriye yek hene. Nebûna demokrasiyê, derketina holê ya berxwedana Geziyê ye. Di bûyerên Geziyê de jin û ciwan li eniya pêş bûn. Di Kobanê de li dijî hovîtiyê piştevanî hebû. Di encama piştevaniyê de Kobanê neket. Ev her du serkeftin bûn. Yên demokrasî parastin gel û jin bûn. Ji bo vê em jî di 4’ê hezîranê de hatin gel hev. Hevalên me yên ji doza Kobanê berat kirin, femînîst û rêxistinên jinan hatin gel hev. Beşdarbûnek xurt pêk hat her kes tevli bû. Di heman demê de ji bo şaredariyên Kurdistanê jî serdan pêk hatin. Em bi jinan re tên gel hev û gotina xwe dibêjin.”
 
‘Em di riya 3’yemîn de tifaqa jinan ava dikin’
 
Aygulê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku vekişîna ji Peymana Stenbolê, êrîşa li hember 6284’an rêxistinbûna jinan têk nebir û got: “Hedefgirtina destkeftiyên jinan ne tesaduf e. Yek daxwaz û armanca me heye. Em jin nîvê cîhanê ne. Ji ber vê em xwedî gotin in. Em dikarin der barê jiyana xwe de gotinan bêjin. Armanca wan jinan hespê malê bikin. Riya me ya 3’yemîn heye. Paradîgmaya me ya azadiya jinê,ekolojîk û demokratîk heye. Hebûna paradîgmaya me ferz e. Em ê di riya 3’yemîn de tifaq, hevserokatî û azadiya jinê ava bikin.”