300 êzidî vegeriyan Şengalê

  • 09:29 29 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Koçberî û Penaberan a Iraqê da zanîn ku zêdetirî 300 êzidiyên li kampên li Dihokê diman vegeriyane Şengalê. 
 
Wezîrê Koçberî û Penaberan ê Iraqê Îvan Faîk têkildarî xebatên vegera êzidiyan a li Şengalê daxuyanî da. Îvan diyar kir ku zêdetirî 300 êzidiyên li kampên Dihokê diman, bi koordîneya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî vegeriyane Şengalê. Îvan, anî ziman ku ev veger di çarçoveya projeya wezaretê ya vegerê de hatiye kirin û ji bo hemû kamp bên girtin û êzidî li xaka xwe vegerin, xebatên wan didomin.