Nobeta Azadiyê ya li Strasourgê di hefteya 622’an de didome

  • 22:03 28 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 12 sal in li bajarê Strasboûrg a Fransayê didome, di hefteya 622’an de ji aliyê komeke nû ve hat dewr girtin.
 
Bi pêşengiya Însiyatîfa ji Abdullah Ocalan re azadî bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li Îmraliyê ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê domandin.
 
Çalakiya ku her hefte ji aliyê komeke cuda ya ji Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin, vê hefteyê  de çar ji Bîelefeldê dewr girtin.
 
Mûrat Cîgal, Suleyman Dundar, Zeyde Şahîn û Şeyhmûs Ayyildiz nobetê dewr girtin. Berdevkê komê Mûrat Cîgal di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev çalakî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiya me dewam dikeÇalakiyeke demdirêj û bênavber e. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe vê çalakiya xwe bidomînin. Divê bizanibin ku em bi êrîşan wan dest ji çalakiya xwe naberdin. Li dijî van êrîşan bi hêztir bibin.”