Ji Senem a ku 4 roj berê ji mala xwe derket agahî nayê girtin

  • 21:25 28 Gulan 2024
  • Rojane
RIHA - Senem Han ya xwendekara pola 9’an e ku 24’ê Gulanê de ji mala xwe derket, 4 roj in agahî jê nayê girtin. 
 
Li Rihayê roja şemiyê xwendekara pola 9’an Senem Han(14)  ku ji mala xwe derket agahî jê nayê girtin.  Malbatê ku agahî da polîsan îxbara windakirinê kir. Polîsan piştî îxbarê xebatên lêgerînê dan destpêkirin. Di kamerayên hatin lêkolînkirin de hat îdia kir ku Senem taxa Karşiyaka li dora kanalê hatiye dîtin. 
 
Malbatê xwest ku yên Senem dîtine ji ser numareye 05442117270  xwe bigihînin wan.Malbata ku ji jiyan Senemê bi fikarin banga alîkariyê kirin.