TJK-E’yê êrîşa li ser Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê şermezar kir

  • 12:01 28 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) êrîşa ku 27’ê Gulanê li dijî çalakiya Nobeta Azadiyê hatî kirin, şermezar kir. 12 sal in li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya Nobeta Azadiyê didome.
 
Ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şikandina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê, çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê domandin. 27’ê Gulanê komeke tirk a nîjadperest êrîşî nobetê kir. Di demeke ku çalakvan ne li cihê nobetê de, êrîşkaran tabelayên li cihê nobetê şikandin û belav kirin.
 
TJK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş şermezar kir û bang li dewleta Fransayê kir ku li dijî van hewldanên provokasyonê tedbîrên cidî bigire.
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve her hefte ji herêmên cuda yên Strasboûrgê welatparêz xwedî li Nobeta Azadiyê derdikevin û hat destnîşankirin ku rêxistinên jin di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de gelek çalakî lidar xistine û ji CPT’ê re name şandine ku ev sazî û wezîfe û mîsyona xwe bi cih bîne.
 
TJK-E’yê diyar kir ku polîtîkayên asîmîlasyon, şer û zext li her çar parçeyên Kurdistanê zêde dibin û wiha hate gotin: “Di demên dawî de li Ewropayê ku qaşo bi ewlehî û demokrasiyê pesnê xwe dide, xebatên ji bo krîmînalîzekirina Kurdistan, êrîşên li dijî mal û kargehên Kurdan, zextên li ser kanalên nûçeyan bi dîmenan di bîra me de bi cih bûye. Ku ferqa van hewldanan ji yên dewleta Tirk a faşîst tune ye. Niha jî êrîşa faşîst a li dijî Nobeta Azadiyê, mînakeke şerê taybet û psîkolojîk nîşanî me dide. Di vî warî de zextên dewleta Fransayê yên li ser sazî û kesayetên Kurd îspat dikin ku ew jî bûye amûrê polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst. Ev êrîşên bi armanca tirsandin û çewisandinê tên kirin, wê nekare gavekî jî me paşve bibe. Ev êrîş wê bibin sedem ku em hîn zêdetir têbikoşin.
 
Di vî warî de em êrîşa li dijî Nobeta Azadiyê şermezar dikin û bang li dewleta Fransayê dikin ku li dijî van hewldanên provokasyonê, tedbîrên cidî bigire.”