Hunermend Emel Çîftçî beraet kir

  • 11:31 28 Gulan 2024
  • Hiqûq
 
AMED - Hunermend Emel Çîftçî ku bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” dihat darizandin, ji doza xwe beraet kir. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser îfadeyên şahidê nepen “Ulaş”, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” doz li hunermend Emel Çîftçî vekiribû. Danişîna doza Çîftçî li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Emel, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî tev li bibe lê parêzerê wê Şerzan Yelboga amade bû. 
 
Dozger, mutalaaya xwe pêşkeş kir, bal kişand ser îfadeyên şahidê nepen û îdia kir ku sûcên li Emel pê tê tawanbarkirin neguhêr in. Dozger xwest ku Emel ji ber îdiaya “rêveberiya rêxistinê” were cezakirin û ji bo îdiaya “endamtiya rêxistinê” jî tu daxwaz nekir. 
 
Parêzer Şerzan jî di parastina xwe de got ku ji bilî îfadeyên şahidê nepen tu delîl di dosyayê de nînin. Şerzan, biryara Dadgeha Bilind a “Tenê li ser îfadeyên şahidên nepen nabe ku hukm were dayîn” bi bîr xist û xwest miwekîla wî beraet bike. 
 
Dadgehê jî ji bo her du tawanbariyan jî biryara beraetê da.