Hevşaredaran bang kir welatiyan piştevanî nîşandan

  • 19:43 23 Gulan 2024
  • Rojane
AGIRÎ - Hevşaredarên Agiriyê, ji bo razandina fature û bacê bang kiribûn û li ser vê gel berbi şaredariyê ve herikîn û ji bo razandina fature û bacê ketin dorê.
 
Hevşaredarên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş, diyar kiribûn ku  ji ber rewşa aborî ya şaredariyê  zehmetiyan dikşînin û ji bo razandina fature û bacê bang kiribûn. Li ser vê bangê gel li ber şaredariyê ket dorê. Welatiyên ku seranserê rojê çûn şardariyê, ji bo fatureyên xwe razînin ketibûn dorê. Hevşaredar Hazal Aras ku çû sedana welatiyên ku ketine dorê, çay li welatiyan belav kir û ji bo vê nêzîkatiya wan ya bi hestiyar spasiyên xwe kir.