'Ewlehiya jiyana Senem Erîş nîne'

  • 16:12 23 Gulan 2024
  • Rojane
STENBOL - Endama Koordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Senem Erîş, piştî hat girtin lêgerîna tazî lê hat ferzkirin, bi erdê re hat kaşkirin û dû re wê birine qawîşa edliyan. Parêzerên Senemê da zanîn ku ewlehiya jiyana wê nîne.
 
Rêxistinên ciwanan di 18’ê gulanê de li navçeya Kadikoya Stenbolê şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên hatine qetilkirin bi bîr anîn. Polîs êrişî bîranînê kir û 20 ciwan binçav kirin. Ciwan bi hinceta “Propagandaya rêxistinê” û “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911” hatine binçavkirin. 
 
Dû re endama Koordînasyona Jinên Ciwan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Senem Erîş, endamê Hêzên Ciwantiya Şoreşger Gurdag Efe Tûnç, endamê Ciwantiya Nû ya Demokrat Volkan Atmaca û Tahsîn Aladag hatin girtin. Senem Erîş birin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Volkan Aymaca, Guldag Efe Tûnç û Tahsîn Aladag jî birin Girtîgeha Tîpa L 2 ya Maltepeyê. 
 
Parêzerên ku çûne serdana ciwanan, diyar kirin ku ciwan ji dema hatine binçavkirin heya ew şandine girtîgehê, bi kelemçeya bi pişt ve hatine ragirtin. Herwiha parêzer dan zanîn ku tevî ciwan nexwestine wan xistine qawîşa girtiyên edlî. 
 
Her wiha Senem Êriş hem di pêvajoya birina girtîgehê de û hem jî di birina qawîşê de lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin. 
 
Senem Erîş a ku bi parêzerên xwe re axivî bal kişand ser sepandinan û got: "Di dema lêgerîna tazî de ez bi anîna "polîsên mêr" hatim tehdîtkirin." Parêzeran da zanîn ku ewlehiya jiyana Senemê nîne û daxwaza hicreyê li midûriyeta girtîgehê kirine.