Piştevaniya Morê dê li 3 herêman konferansan li dar bixe

  • 09:49 23 Gulan 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Piştevaniya Mor, dê bi munasebeta10'emîn salvegera xwe di 26'ê Gulanê de bi dirûşma "Em ne bi tenê, em bi hev re bihêz in" 4'emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê li dar bixe.
 
Piştevaniya Mor, dê bi munasebeta10'emîn salvegera xwe di 26'ê Gulanê de bi dirûşma "Em ne bi tenê, em bi hev re bihêz in" 4'emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê li dar bixe. Konferansên ku du salan carekê bi awayekî navendî tên lidarxistin, îsal wê li Ege, Marmara û Çûkûrovayê bi awayekî hevwext bên lidarxistin. Konferansa li Îzmîrê wê li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancakê, ya li Marmarayê wê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê û ya li Çûkûrovayê jî wê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Edeneyê bê lidarxistin.