Xizmên girtiyan: Daxwaz neyên cih em ê kolanan terk nekin

  • 21:45 22 Gulan 2024
  • Rojane
ENQERE - Xizmên girityan ku bi bi Midûrê Nivîsgeha Taybet yê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin gotin: “Me daxwazên xwe anîn ziman. Me got ger neyên cih em ê ber wezaretê û kolanan bernedin. Wan jî got çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
Xizmên girtiyan bi  bi Midûrê Nivîsgeha Taybet û Amirê Tetkîkê yê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin û piştî hevdîtê li navenda Giştî ya DEM partiyê daxuyaniyek dan.
 
Dayika Aştiyê Hanîfe Gulmuş da zanîn ku piştî parlametnerên DEM Partiyê bi wezîrê dadê re hevdîtin kiriye şûnde daxwaza randevuya wan hatiye qebûlkirin û got: “Em çûn cem midûrê nivîsgeha taybet ya wezîr.  Lê wezîr ji me tirsya hevdîtin nekir. Me got heta ku aştî pêk neyê wê zarokÊn me di hucreyan de bimînin.Me got hûn zarokên me davêjin hucreyan. Me got zarokên we di heman rewşê de be hûnê çi bikin. Me got ne edelet, ne qanûn ne wijdan heye.Zarokên me ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û niha jî hevdîtinan boykot dikin.”
 
‘Em ne şer aştiyê dixwazin’
 
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin jî got wezaretê hevdîtin qebûl kiriye lê wezîr derneketiye pêşberî dayikan û wiha pê de çû: “heta daxwaza hemû dayikan neyê cih wê çalakiya dayikan bidome. Em ligel girtiyên xwe ne. Em ê her tim ligel wan bin.”
 
Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî axivî û daxuyakirin ku ew dayikên aştiyê ne, ew ne şer aştiyê dixwazin û wih adawÎ lê anî: “Em dixwazin ev zilm bidawî be. Em van tiştên tên jiyîn lanet dikin.”