‘Curnê Reş wê bi awayekî xurt bi serkeve’

  • 21:43 22 Gulan 2024
  • Rojane
RIHA - Li Curnê Reş ê wê di 2’ê Hezîranê de hilbijartin pêk bên û beriya hilbijartinê  hevdîtinan gel pêk hat. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku tevli hevdîtinê bû wiha got: “Curnê Reş wê 45 salan şûnde vegere ser xwe. Wê Curnê Rewş îmzeyê bavêje serkeftinek mezin.”
 
Bi tevlibûna  hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan, namzetên hevşaredariya Curnê Rewş Garîp Yeşîl û Seyhan Paydaş, aktîvîstên TJA’yê, dayikên aştiyê û gelek welatiyî li Acemoglu Petrolê hevdîtina gel pêk hat.
 
Namzet Garîp Yeşîl axivî û da zanîn ku wan li Curnê Reş keleha wan xera kirine û ev bi kedek mezin kirine. Garîpê daxuyakirin ku wê şaredariyên xwe şûnde bigirin û wê bi hev re biserkevin.
 
‘Em encamek hîn xurtir bigirin’
 
Tulay Hatîmogullari jî mafê axaftinê girt û got: “Em ji bo gelê xwe li vir in. Ez we hemûyan silav dikim. Em ê bi hev re encamek xurt bigirin. Curnê Rewş wê 45 salan şûnde vegere ser xwe. Wê Curnê Rewş îmzeyê bavêje serkeftinek mezin.Em talibê îradeya Curnê Reş in.Emê sindoqên xwe wê rojê biparêzin. Em ê hemû heefên wan yên provakasyonê vala derxînin.”
 
Piştî axaftinan hunermend Kadîr Çat derket ser dîkê û şahî bi gerandina govendê bidawî bû.