'Mijara tecrîdê ji bo me mijareke hesas e '

  • 13:19 22 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Soraya ya Demokratîk ku bi Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, destnîşan kir ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi ji gelê Asûr bê xwestin ew amade ne pêk bînin.
 
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê îro bi Partiya Soraya ya Demokratîk re hevdîtin pêk anî.
 
Di hevdîtinê de Hevseroka Partiya Soraya ya Demokratîk Madlîn Xemîs diyar kir ku ew wekî partiyek Asûrî tevlî pêngava azadiyê dibin, gelek caran li herêmê beşdarî çalakiyên protestokirina tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bûne û got:  “Mijara tecrîdê ji bo me mijareke hesas e û bandora wê ya neyinî li ser hemû pêkhateyan heye.”
 
Madlîn Xemîs da zanîn ku felsefeya Abdullah Ocalan di nava hemû gelên cîhanê belav bûye, di jiyana rojane de fikra wî zindî ye û wiha dom kir: “Serok rihê jiyanê daye gelan, hêzên komploger li hember Rêber Abdullah Ocalan têkçûyîna xwe jiyan dikin. Em dijî wan têdikoşin.”
 
Madlîn Xemîs destnîşan kir ku Abdullah Ocalan hêjayî azadiya fizîkî ye, lewma çi ji gelê Asûr bê xwestin ew amade ne pêk bînin û got: “Ji mafê Rêbertiyê ye derkeve û bibîne ku fikra wî çi qasî bandor li me kiriye.”
 
Serdan û hevdîtinên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê wê berdewam bikin.