Li salona şanoyê ya herî navdar a Viyanayê panela Rojava

  • 13:15 22 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Civaka Kurd a Awûstûryayê (Feykom) şeva Sêşemê li salona şanoyê ya herî navdar a Viyanayê panela Rojava lidar xist.
 
Panel li Schaûspîelhaûs’ê hate lidarxistin û di panelê de rewşa li Rojava hate nirxandin. Aktîvîstên Jineolojiyê Necîbe Qeredaxî û Sara Marcha, ji nûneriya têkîliyên derve ya Rojava-Viyanayê Arî Mîlan û ji Feykom’ê berdevk Redar Han weke axatvan di panelê de cih girtin.
 
Arî Mîlan qala dîroka rêveberiya xweser a Kurd kir û ji xeynî şerê li dijî DAÎŞ’ê, bal kişand ser pirsgirêkên heyî yên têkildarî şervanên berê yên li kampan dijîn û malbatên wan.
 
Necîbe Qeredaxî şoreşa Rojava weke “şoreşa zihniyetê” pênase kir û bal kişand ser rolê navendî ya tevgera jinên Kurd a li dijî kapîtalîzmê, desthilatdariya mêr û zexta dewletê ya homojenkirinê. Necîbe Qeredaxî diyar kir ku hêmanên îdeolojîk ên şoreşê, bi rêya qursên perwerdeyê fêrî gelê herêmê tê kirin.
 
Ji Enstîtuya Jineolojiyê ya Brukselê Sara Marcha îşaret bi qada Jineolojiyê kir. Sara Marcha destnîşan kir ku divê têkildarî meseleyên civakî û siyasî, nêzîkatiyên alternatîf bên pêşxistin û anî ziman ku divê şoreş girêdayî qaliban nemîne û xwe li gorî şert û mercên nû amade bike.
 
Girseya temaşevanan a qelebalix têkildarî kokên îdeolojîk û dîrokî ya rêveberiya xweser a demokratîk, hate agahdarkirin. Piştî merasîmê temaşevanan heta saetên derengî mijar bi kûrahî nîqaş kirin.
 
Avakirina şoreşgeriyê û zehmetiyên wê, dê bên nîqaşkirin
 
Her wiha Hefteyên Mihrîcanê yên Viyanayê jî, bi rojeva Rojava re destpê kir. 23’yê Gulanê semînereke têkildarî “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser” dê were lidarxistin. Mêhvana cihê rûmetê, wê Remziye Mihemed be. Di semînerê de rêbazên rêveberiya xweser a li ser peymana civakî, serketinên avakirina şoreşgeriyê û zehmetiyên wê, dê bên nîqaşkirin.
 
Atolyeya şoreşê ya jinan 
 
Di 26’ê Gulana 2024’an de wê atolyeya bi navê “Li Rojava Şoreşa jinê – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîstema Jinê ya Konfederal” were lidarxistin. Rehan Tema wê weke mêhvana cihê rûmetê tevlî atolyeyê bibe. Di atolyeyê de wê çêkerên konfederal ên jinan û destkeftiyên wê bên nasandin. Wê giranî bê dayîna rolê jineolojiyê. Her wiha wê nîqaş bên kirin ka girîngiya van ezmûnan ji bo têkoşînên jinan ên navneteweyî çiye û ev têkoşîn wê çawa bi hev ve bên girêdan.