Li ber girtîgehê rojek: Bijî berxwedana zindanan

  • 09:04 20 Gulan 2024
  • Rojane

Gulîstan Gulmuş

AMED - Xizmên girtiyan ku berê bi Nobeta Edeletê, bi daxwaza ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pisgirêka Kurd re çareserî, bûn dengê girtiyan niha jî bi çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ li ber girtîgehan tên gel hev.
 
 Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya siyasî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî  çalakiya xwe ji 4'ê Nîsanê ve bi nederketina hevdîtina rûbirû, redkirina hevdîtina bi telefonê û bi çalakiya nederketina dadgehan didomînin. TUAY-DER û xizmên girtiyan jî biryar girtin ku bi dirûşma "Bibin dengê azadiyê"  dê çalakiyê li ber girtîgehan mezin bikin.
 
Ez diçim girtîgehê
 
Ez li otobusê wsiar dibim û diçim ber girtîgehê. Navbera taxa Ofîsê û girtîgehê hinek dirêje. Bi zimanê xwe muzîkan guhdar dikim, piştre ji camê li derve dinêrim. Jiyanê difikirim, lêpirsîn dikim û herî zêde jî mereq dikim. 
 
Gihiştim girtîgehê
 
Ez gihiştim girîgehê. Bayekî tund heye. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdara 2023’an de ketibûn greva birçîbûnê. Piştre jî xizmên girtiyan li derve Nobeta Edeletê dabûn destpêkirin. 3 mehan berdewam kirin. Niha girtî dernakevin hevdîtinê. Ne hevdîtina malbat ne ya telefonê nakin. Heman demê de derketina dadgehan jî boykot dikin. Li girtîgehan şer zehmetin. Bi taybet ji bo girtiyên nexweş rewş hîn zehmetire. Ev çalakî di 4’ê Nîsanê de destpê kir. Malbatan jî ji bo çalakî bigihêje amanca xwe riyek din dîtin. Nih ali ber girtîgehan bi dirûşmeya ‘deng bidin azadiyê’ çalakiya runiştinê pêk tînin. Ez li Amedê me û vê dizanin. Li bajarên din meş jî hatine kirin. Ez li ber girtigehê dipam. Jinên ku hev cara yekemîn nas kiribûn sohbet dikirin ‘ Yê we çend sale girtiye?’. Berê jî dema hevalên me hatibûn berdan hatibûm ber girtîgehê. Dîsa hatim û ji bo şopandina çalakiyê hatim. Ji bo girtîgehê qadek fireh hatye veqetandin. Mirov dibêjin qey nîvê bajar e.Betonên bilind, kevirên mezin dane ser hev...
 
‘Bijî berxwedana zindanan’
 
Ez zû hatibûm cihê çalakiyê. Jinên laçik spî hatin. Bi dirûşmeyan hatin. ‘Bijî berxwedana zindanan! Bijî Berxwedana zindanan…"Dengê komîser ji mîkrofonê tê... Piştre dibêje " çevîk kuvet xetê xelekê ava bike". Polîs direvin û ji bo dora wan bigirin xwe amade dikin. Li aliyê din jî bayekî tund û piştre baran û zîpik.. Jin çûn bin avahiyeke ku sîwaneya wê heye. Min jî hema serê kameraya xwe bi çaketê xwe girt. Ez jî bi hevalên xwe yên rojnameger re çûm bin sîwaneyê. Jinan disa dirûşmeya ‘bijî berxwedana zindanan’ berz kirin. Baran hinekî sekinî û çalakger dîsa çûn qadê û dirûşme berz kirin. Bi talîmata komîser dîsa dor lê hatin girtin. Hewl dan me jî asteng bikin. Heta ji destê me hat me hinek tişt kişandin.
 
‘Vê dijhiqûqiyê bikşînin’
 
Piştre xizmên girtiyan bi kom belav bûn. Ewil dayik dexistin ji wê xeleka navdar. Dayikan dirûşme berz kirin û hewl dan astenb ikin. Dayikên ji wê dorpêçê derketin ketin dorpêçek din.  Dayika Aklîme dirûşme berz kir. Dîsa asteng kirin. Dayika Afîfe got: “We zarokên me tecrîd kirine hûnê me jî tecrîd bikin?" Dayik meşiyan û dirûşme brez kirin. Dayika Sulhiye ji min re got "bikşîne xezalê." Piştre  dayikekê ji min û hevala min re got "bikşîne vê neheqî û dijhiqûqiyê". Dayik li wesayîta xwe siwar bû û ji wir veqetiyan.  Piştre koma duyemîn danîn. Çalakiya vê hefteyê jî wisa derbas bû.