ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 20 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Xizmên girtiyan ku berê bi Nobeta Edeletê, bi daxwaza ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pisgirêka Kurd re çareserî, bûn dengê girtiyan niha jî bi çalakiya ‘deng bidin azadiyê’ li ber girtîgehan tên gel hev. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji parêzerên EŞÎK’ê Yelda Koçak da zanîn ku 9’emîn Pakêta Darazê di serî de jin ji bo hemû civakê xetereyan dihewîne û got: “Pakêta darazê ji bo demokrasiyê nehatiye amadekirin. Ji bo xespkirina mafê jinan, ji bo dengê çapemeniyê bê birîn, ji bo muxalefetê bêdeng bikin hatiye amadekirin.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta femînîst û nivîskar Berrîn Sonmez, der barê biryara Kobanê de axivî û got: “Cezayên li Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hatiye birîn, ji ber polîtîkayên HDP’ê ku di siyaseta Tirkiyeyê de gelek bi bandor bûye pêk tê. Yanî ev doz a kîn û hêrsê ye." DÎMEN HEYE