Ciwan li Marsîlyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

  • 22:22 19 Gulan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin û gotin, "Em parêzvanên Rêbertî ne, em ê li ser rêya şoreşê bin."
 
Ciwanên Kurd û dostên wan bi pêşengiya Ciwanên Kurdîstanî yên Fransayê (CKF) û Meclîsa  Şehîd Tîjda Ekeciîk a Marsîlyayê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li Qada Canebiere hatin cem hev.
 
Girseya gel bi berzkirina dirûşmeyan heta meydana Vîeûx Portê meşiyan, broşûra Fransî ya tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna Abdullah Ocalan vedibêje hate xwendin û pankartên ku bangewaziya CPT’ê dikin hatin hilgirtin.
 
Girseya gihîşt qada Vîeûx Port û ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
 
Çalakî bi axaftina Berdevka CKF ya Marsîlyayê Serhildan Varto berdewam kir. Serhildan Varto bal kişand ser têkoşîna ciwanan û gelê Kurd, diyar kir ku ew di pêvajoyên gelekî girîng re derbas dibin û got: “Tecrîdeke gelekî giran li ser Rêbertiyê heye. 38 meh in me tu agahî ji Rêbertî negirtiye. Em dizanin ku ev tecrîda li ser Rêbertiyê ji aliyê dewletên NATO’yê ve tê kirin. Li vir em li ser navê ciwanan vê tecrîdê şermezar dikin û diyar dikin ku em ê her tim li dijî van dewletan bin. Rêber Apo di tecrîda mutleq de ye. Heta ku Rêber Apo azadiya fîzîkî bi dest nexe, kes nikare ji xwe re bêje azad in. Rêber Apo xeta me ya sor e. Rêber Apo xeta azadiya jinê ye. Rêber Apo xeta gerîlayên azadiyê ye. Weke ku tê zanîn Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ev 2 sal in li Zap, Metîna û Avaşînê li dijî dijmin çalakî li dar dixin. Me di 31’ê Adarê de dît ku dijmin careke din têk çû. Dijmin di her aliyê siyasî, leşkerî, aborî de têk çûye. Dijmin ji bo tolhildanê ji her alî ve êrîşan pêş dixe. Li Fransa, Belçîka û hemû Ewropayê êrîşên xwe zêde kir û van dewletan ji bo lîstikên xwe yên qirêj weke amûr bikar anî. Li vir jî weke ciwanên Kurd em dubare dikin ku heta Kurdek tenê bimîne em ê li ser rêya şoreşê bin. Em ê Rêbertiyê bişopînin û piştgiriyê bidin. "Hûn çi bikin bila bikin, em ê di dawiyê de bi ser bikevin.”
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.