Li Perîyê xebatên hilbijartinê bê navber didomin

  • 19:07 19 Gulan 2024
  • Rojane
DÊRSÎM -  DEM Partî û Tifaqa Dêrsîmê, li ji bo hilbijartinên wê li Periyê ji nûve pêk bên xebatên xwe bê navber didomînin.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tifaqa Dêrsîmê, ji bo hilbijaratinên ku wê ji nûve di 2’ê Hezîranê de li Periyê pêk bên xebatên xwe navber dimeşînin. Namzetên hevşaredariya Periyê Naciye Aslan, Orhan Çelebî, rêveberên DEM Patî û DBP’ê, tax bi tax gund bi gund digerin û projeyên xwe ji gel re vedibêjin. Heyeta ku pisgsirêkên şêniyan guhdar kirin, diyar kirin ku wê bibin hêza çareseriyê.
 
Welatiyan di serdanê de her wiha bertekên xwe yên li dijî  cezayên ku di doza Kobanê de li siyastmedaran hatiye birîn, anîn ziman.