ROJEVA 19'Ê GULANA 2024'AN

  • 09:00 19 Gulan 2024
  • Rojev
 
* Aliye Huseynî, 11 meh beriya niha ji Efganîstanê piştî rêwitiyeke dijwar a 40 rojî gihaşt Wanê. Aliyeya ku welatê xwe gelek hez dikir ji neçariyê bêyî ku cil û bergên bigire, derdikevin rêwitiyeke dijwar. Lê li Wanê jî jiyaneke dijwar û biyanî li pêş Aliye û malbata wê bû. BI DÎMEN 
 
* Jinan bertek nîşanê biryara ji Doza Kobanê derketiye û bi sedan sal ceza li siyasetmedaran hatiye birîn dan û gotin: “Em bi têkoşîn, sekn û biryara xwe ya xwe bi hişmend, çawa ku duh li dijî DAIŞ’ê Kobanê parast em ê îro jî ligel têkoşîna Gelê Kurd û siyasetmdarên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin bin. Têkoşîna me neqediyaye didome.” BI DÎMEN 
 
*Endama Kordînasyona Jinên Ciwan a DEM Partiyê Helîn Koçak der barê turnuvaya futbolê ya li ser navê Gulistan Doku pêk tê axivî û da zanîn ku sporên wisa ji armanca wan tên dûrxistin û desthilatdarî polîtîkayên şerê taybet li ser ciwanan dide meşandin. Helînê daxuyakirin ku bi vê turnuvayê hedef dikin ku her ciwan bi îradeya xwe van polîtîkayan şûnde biçewisîne. BI DÎMEN