Li Nisêbînê daxuyanî: Divê Kurdî di statuya zimanê fermî de be

  • 18:53 18 Gulan 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê der barê cezayê ku di doza Kobanê de li siyasetmedaran hatiye birîn de daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: “Ji dibistanên seretayî heta zanîngehan di her qada jiyanê de bila Kurdî azad û serbest be. Divê Kurdî di statuya zimanê Kurdî de be.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Nisêbîn a Mêrdînê der barê cezayên ku doza Kobanê de li siyastmedaran hatiye birîn û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li ber avahiya DEM Partî ya Nisêbînê daxuyanî da.  Parlamenterê Mêrdînê George Aslan tevli daxuyaniyê bû.
 
Rêveberê DEM Partiyê Emîn Alkan daxuyanî xwend û got: “Em wek DEM Partî dixwazin Kurdî serbeste be û em ji bo vê têdikoşin. Ji dibistanên seretayî heta zanîngehan di her qada jiyanê de bila Kurdî azad û serbest be. Divê Kurdî di statuya zimanê Kurdî de be.”