Kongra Star xelata rêzdayînê pêşkêşî KJAR’ê kir

  • 15:47 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnertiya Kongra Star a li Herêma Kurdistanê, ji bo bihêzbûna peywendiyên jinan û her wiha xebat û têkoşîna tê kirin, xelata rêzdayînê pêşkêşî KJAR’ê kir.
 
Li Silêmaniyê Nûnera Kongra Star Roza Hesen û Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Kongra Star a li başûrê Kurdistanê Suad Heftar, xelata rêzdayînê pêşkêşî Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) kirin.
 
Di dema pêşkêşkirina xelat de Roza Hesen axivî û wiha got: “Bi navê Nûnertiya Kongra Star û şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, vê xelatê pêşkêşî KJAR’ê dikin. Bi van peywendiyan em armanc dikin ku piştgiriyeke xurt bidin jinên Rojhilatê Kurdistanê û bi yekîtiyeke xurt xebat û têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Her wiha Roza Hesen da zanîn ku divê her kes bi taybet jin li dijî êrişên dewleta Tirk xwedî bi helwest bin û têkoşîn bikin û wiha got: “Li hemberî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser tevahiya Kurdistanê bi taybetî li Başûr û Rojava, divê em helwesta xwe bilind bikin û bibin bersiv ji dijminên Gelê Kurd re.”