33 partiyên siyasî biryara Doza Kobanê şermezar kirin

  • 15:38 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 33 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cezayên li dijî siyasetmedarên kurd ên piştgiriya berxwedana Kobanê kiriye, şermezar kirin û got ew piştgiriya wan dikin. 
 
Di Doza Kobanê de ceza li siyasetmedarên kurd hatin birîn. Derbarê mijarê de li gelek deveran bertek hatin nîşandan. Gelek sazî û dezgehên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyan biryar hat şermezarkirin. Di vê çarçoveyê de 33 partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Pergala Tirk piştgiriya terorê û DAIŞ`ê dike ku bi sed hezaran welatiyên dewletên herêmê kuştin û koçber kirin û ev îsbat dike ku ev pergal, van terorîstan bi rêxistin dike û fînanse dike.
 
Bûyera revandina balyozê Tirk ji bajarê Musilê yê Iraqê dema DAIŞ`ê kontrol kir, ev bûyer hevkariya Tirkiyeyê bi DAIŞ`ê re îsbat dike û çawa derbaskirina birîndarên DAIŞ`ê hêsan kiriye ji bo ku xwe li Tirkiyeyê derman bikin.
 
Binkeftina DAIŞ`ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî û hate gotin ku Erdogan ji vê binkeftinê aciz bûye û ji ber wê, komeke siyasetmedarên kurd dadirzîne ruxmî ku rojekê çek ranekirine û tenê di aliyê siyasî û demokrasî de têkoşiyane.
 
Rejîma tirk, komkujiyên siyasî li dijî siyasetmedarên kurd dike tenê ji ber ku piştgiriya çalakiyên li dijî DAIŞ`ê kirine.
 
Dadgeha Tirkiyeyê bûye lîstok di destê Erdogan de ku li dijî hevrikên xwe yên siyasî bi kar tîne û ji ber wê li dijî siyasetmedarên piştgiriya berxwedana Kobanê kirine, cezayên girtinê birîn.
 
Em van cezayan bi tundî şermezar dikin. Bang li saziyên NY, YE û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî terorê dikin ku destwerdanê bikin û mîna van şanoyên tirane rawestînin. Em bang li raya giştî, parlamenter û azadîxwazên li cîhanê dikin ku piştgiriya wan bikin û dengê xwe li pêşiya rejîma faşîst a Erdogan bilind bikin. Her wiha em bang dikin ku ji pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê re çareseriyeke adil û demokratîk bê dîtin. Em piştgiriya siyasetmedaran dikin ku rejîma Tirk cezayên neadil li wan biriye.”
 
Partiyên daxuyanî dane ev in: "Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Kesik a Demokratîk, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komkunîst a Kurdistanê, Partî ya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Çepgir a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Sûriye Pêşerojê, Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûkirin a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Sûriyeyê, Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Reform a Sûriyeyê, Partiya Asûr a Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star, Partiya Muhafizkeran, Partiya Têkoşîna Demokratîk, Şepêla Siberojê ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê -Rojavayê Kurdistanê, Desteya Tensîq El Wataniye-Tevgera Guhertina Demokratîk, Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Partî), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî), Şepêla Çepgir a Şoreşger li Sûriyeyê, Partiya Suryana."