Dayikên Şemiyê cara 999'an diqîrin: Em serî natewînin!

  • 13:57 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 999'an de li aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan pirsîn. Her wiha xwîşka Cemîl Kirbayir ê di bin çavan de hat windakirin Fatma Kirbayir û keça Berfo Kirbayir ê beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da hat bibîranîn. 
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 999’an de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Çalakvanan wêneyên windakiriyan hilgirtin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Selîm Orhan, Hasan Orhan û Cezayîr Orhan hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji hêla parêzera ÎHD'ê Ummuhan Kaya ve hat xwendin. Beriya daxuyaniyê Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û bal kişand ser Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Windakirina di Binçavana de.
 
Pişre jî metna daxuyaniyê ji hêla Ummuhanê ve hat xwendin. Ummuhan, diyar kir ku, bila 30 salên înkar û bêcezabûnê bi dawî bibe û got: "Bila rastiya dosyaya Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan derkeve holê, edalet pêk were. Dewlet peywira xwe pêk neaniye. Di 20’ê Nîsana 1994’an de yekîneya leşkerî ya Tûgaya Komando ya Boluyê li derdora gundê Çaglayan ê navçeya Qulpê ya Amedê kamp ava kir. Leşkerên yekîneya ku li herêmê operasyon dimeşînin di 24'ê Gulana 1994'an de hatin gundê Deveboynu. Mehmet Selîm ê 46 salî, Hasan ê 40 salî û Cezayîr Orhan ê 17 salî ku wê demê li gund bûn bi xwe re birin. Malbatên wan pirsa 'Hûn wan bi ku ve dibin?' bersiva 'Dê rê nîşanê me bidin û paşê em ê wan bişînin, meraq nekin'. Salîh Orhan piştî rojek şûnde çû Fermandariya Cendirmeyan a Zeyrekê û li birayên xwe Selîm û Hasan û biraziyê xwe Cezayîr pirsî. Fermandarê Cendirmeyên Zeyrek Ahmet Potaş, anî ziman ku ew birine Qulpê. Orhan vê carê bi Fermandarê Cendirmeyên Qulpê Alî Ergûlmez re hevdîtin kir. Alî Ergûlmez diyar kir ku tu agahiya wî ji mijarê nîne.”
 
AÎHM Tirkiyeyê mehkûm kir 
 
Ûmmuhan, diyar kir ku Salîh Orhan bi awayekî fermî serî li Serdozgeriya Komarê ya Qulpê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Walîtiya Rewşa Awarte, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Amedê û Wezaretên Edalet û Karên Hundir daye û wiha û dom kir: “Kesên şahid bûn ku Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan hatin binçavkirin û ewil birin qereqola Serikê, piştre birin qereqola cendirmeyan a Licê û herî dawî jî birin Dibistana Razanî ya Licê ya ku beşek kirine cihê îşkenceyê. Lê belê di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Qulpê di 8’ê Hezîrana 1994’an de dabû destpêkirin de, bi hinceta ku navên Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan di qeydên binçavkirinê de cih negirtine, biryara lêpirsînê nîne da. Piştre jî dosye bi hinceta demboriyê hat girtin. Lê belê di 6’ê Mijdara 2002’yan de, AÎHM’ê Tirkiye mehkûm kir û ji windakirina Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan ên li girtîgehê berpirsyar dît.”
 
‘Em dest ji daxwaza edaletê bernadin’
 
Ûmmuhan, herî dawî destnîşan kir ku di encama lêgerîna bi israr a malbatê û ÎHD’ê de hestiyên Mehmet Selîm û Hasan Orhan di sala 2003’yan de li nêzî gundê Bagcilar a  Qulpê di goreke komî de hatin dîtin. Ummuhan, da xuyakirin ku cenazayên wan hîn jî radestî malbatê nehatiye kirin û got aqûbeta Cezayîr hîn jî nediyar e. Ummuhan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em daxwaz dikin ku tişta hatiye serê Orhanan bê eşkerekirin, der barê berpirsyarên ku navên wan di qeydên AÎHM’ê de de cih digirin demildest pêvajoyên darazê yên bi bandor bên meşandin û edalet bi cih bê. Çiqas sal derbas bibin jî; em ê ji bo Mehmet Selîm, Hasan û Cezayîr Orhan, ji bo hemû windahiyên xwe edaletê bixwazin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”
 
Fatma Kirbayir hat bîranîn 
 
Piştî daxuyanî Mirovê Şemiyê Îkbal Eren mafê axaftinê girtin û diyar kir ku ew ê bi bîranîna xwîşka Cemîl Kirbayir ê di bin çavan de hat windakirin Fatma Kirbayir û keça Berfo Kirbayir ê beriya çend rojan jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û got ku ew ê têkoşîna wê bidomînin. 
 
Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.