Li Efrînê di 6 salan de 10 hezar kes hatin revandin

  • 13:01 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê, di nava 6 salan de 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes hatine kuştin, 142 destdirêjî hatine kirin. Ji yên hatine revanidn, kuştin û destdirêjî li hemberî wan hatiye kirin 803 jin in
 
Di nava 6 salan de li bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola Dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ye herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes hatin qetilkirin û 142 jin jî rastî êrişa zayendî hatin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî mijarê raporek amade kir û ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî re şand. 
 
Li gorî raporê; 
 
"2018-2019
 
Revandin: 7 hezar û 213 kes, ji wan 270 jin in.
 
Kuştin: 230 kes, ji wan 59 jin in.
 
Destdirêjî: 60 jin
 
Mecburhiştina xwekuştinê: 5 jin
 
2020
 
Revandin: Hezar û 79 kes, ji wan 92 jin in.
 
Kuştin: 67 kes, ji wan 9 jin in,
 
Destdirêjî: 76 jin,
 
Zewicandina jinên di temenê biçûk de: 5
 
2021
 
Revandin: 838 kes, ji wan 82 jin (25 yên bi temên biçûkin) û 13 zarok in.
 
Kuştin: 65 kes, ji wan 14 jin in.
 
2022
 
Revandin: 629 kes, ji wan 49 jin in û yek zarok e.
 
Kuştin: 62 kes, ji wan 20 jin in (7 jin di topbaranê de hatine kuştin)
 
2023
 
Revandin: 376 kes, ji wan 35 jin û 6 zarok in.
 
Kuştin: 20 kes, ji wan 4 jin in.
 
Destdirêjî: 1 jin
 
Mecburhiştina xwekuştinê: 2 jin
 
2024 (4 mehên destpêkê)
 
Revandin: 197 kes, ji wana 25 jin in
 
Kuştin: 19 kes, ji wan 2 jin in
 
Destdirêjî: 5 jinên ciwan"
 
Hevseroka Yekîtiya Parêzer a Kantona Efrîn û Şehbayê Roşîn Hido derbarê mijarê de ji ajansa ANHA’yê re axivî.
 
Roşîn Hido destnîşan kir ku ji destpêka dagirkeriyê ve êrişên bi her şêwazî tên meşandin û got: “Bi taybetî jinên temen biçûk bi darê zorê û di bin gefan de hatin zewicandin û radestî komên çeteyan hatin kirin. Zarokên keç hatin revandin û ji bo serbestberdana wan fîdye ji malbatên wan hatin xwestin. Bi sedan Jinên Kurd li pêşiya çavên malbat û zarokên wan hatin revandin.”
 
Roşîn bal kişand ku dewleta Tirk a dagirker bi polîtîkeyên kuştin, revandin, destdirêjî û hwd. xwestiye îradeya jinê ku li herêmê derketiye holê têk bibe û û wiha dom kir: “Hemû sûc û kiryar bi armanca tunekirina îradeya azad a jinê ye. Tirkiye dixwaze tola DAIŞ’ê hilde. Xwesteka wan şikandina vîna jinê ye.”
 
Roşîn Hido da zanîn ku piştî derbasbûna 6 salan Rêxistina Mafê Mirovan (HRW) di rapora ku di 26’ê Sibata 2014’an de eşkere kiribû, cara yekem bal kişandiye ser pêkanînên dermirovî, lê hîn gavek nehatiye avêtin û  bang li rêxistinên navnetewî kir ku derbasî Efrînê bibin û lêkolînan bikin.