Ji panela jinên ciwan peyama 'Em bi felsefeya Ocalan pêşketin'

  • 10:32 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
ŞENGAL - Jinên ku beşdarî panela bi dirûşma "Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî" a ku ji hêla jinên ciwan ên Şengal û başûrê Kurdistanê ve hat lidarxistin bûn gotin: "Jinên ciwan ji başûrê Kurdistanê hatin Şengalê û me bi hev re panelek li dar xist. Ev gav avêtin bi saya felsefeya Serok Apo ye." 
 
Jinên Ciwan ên Şengalê û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê li Kafeteryaya Roj a navenda Şengalê bi dirûşma "Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî" li dar xist. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekîneya Jinên Şengalê (YJŞ) tevlî panelê bûn. Di panêlê de mijarên wekî bandora fikrê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser jinên ciwan û rewşa jinên ciwan hate destgirtin. Her wiha di panela ku rojek berdewam kir de jinan bal kişand ser mezinkirina têkoşîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan. 
 
Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Zozan Berekat û Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şengalê Hala Şingalî ji ajansa me re axivîn û behsa peyamên ku di panelê de derketin holê kirin. sa panelê kirin. 
 
'Têkoşîna me her dê berdewam bike'
 
Zozan Berekat ji ajansa me re axivî û hestên xwe bi van hevokan anî ziman: “Ta ku serok Apo azad nebe wê têkoşîna me her dem berdewam bike. Ji ber ku azadiya Serok azadiya me ye. Cihê kêfxweşiyê ye ji bo me ku îro ciwanên Êzidî panelekê ji bo azadiya fîzîkî ya serok Apo li dar dixin. Pêşketina ciwanên Şengalê berbiçave, piştî naskirina fikrê Serok Apo."
 
'Felsefeya Serok Apo girîng e'
 
Hala Şingalî jî da zanîn ku bi saya felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan li hev kom bûne û panelekê li dar dixin û wiha got: “Em weke jinên ciwan me panelek bi beşdariya hemû jinên ciwan yên saziyên Şengalê û diheman demê de jinên ciwan ji başûrê Kurdistanê hatin û beşdarî panela me bûn. Cihê kêfxweşiyê bû ji bo me ku me panelekî wisa li dar xist. Di nava wê de giringiya têkiliya jin û Serok me nirxand. Girêdana me bi felsefeya Serok Apo pir girîng e û di astekê mezin de ye. Jinên ciwan ji başûrê Kurdistanê hatin Şengalê û me bi hev re panelek li dar xist. Ev gav avêtin bi saya felsefeya Serok Apo ye."