Lî Ege’ye 12 kes hatin girtin

  • 09:24 18 Gulan 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Ji kesên li Îzmîr û Manîsayê hatin binçavkirin 12 jê hatin girtin. 
 
Di 15’ê gulanê de li Îzmîrê bi ser malan de hate girtin û 16 kes hatin binçavkirin. Piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê, duh sewqî edliyeyê hatin girtin. Her 16 kes ku endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Înîsiyatîfa Têkoşîna Sosyalîst, Ciwanên Demokrat a Nû û Halkevlerî jî di nav de bûn, ji ber tevlibûna çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê ya li Wanê hatin lidarxistin, bi îdiaya “muxalefeta li dijî qanûna meş û xwepêşandanan” û “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” hatin tawanbarkirin. 
 
Dozger ji bo Erkan Gokber daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî kir û 15 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Ji kesên bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin Arda Duvarci, Azat Kunur, Nazîf Çakir, Nîlufer Yildiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Selman Yagmagan, Sezgîn Zevkîbol û Serhat Çukurçam bi heman îdiayan hatin girtin. Tûgçe Kizildemîr, Elîf Yerlîkaya, Berfîn Buyukertaş, Mehmet Kasar, Sedanûr Parmaksiz û Sûde Tîmagur bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 
 
‘Rastî lêgerîna tazî hatin’
 
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl piştî biryarê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan û gotin ku xwedîderketina li îradeya Wanê sûc nîne û girtiyên şoreşger rûmeta wan in. Ji kesên hatine berdan Tûgçe Kizildemîr jî da zanîn ku di dema binçavkirinê de greva birçîbûnê li dar xistine û gelek hevalên wan rastî lêgerîna tazî hatine. 
 
Strana “Bêrîtan” bu propagandaya rêxistinê
 
Di 16’ê gulanê de jî li navçeya Turgutlu ya Manîsayê 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Her 8 kes bi hinceta ku di dema hilbijartinê de di wesayîtê de strana “Bêrîtan” vekirine bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Her 8 kes jî bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin. Ji wan Hayrî Soylemez, Işik Soylemez û Ahmet Akan hatin girtin. 5 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.