Ji CPT’yê re bi sedan name hatin şandin

  • 19:26 11 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Almanyayê li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji CPT’yê re şand.
 
Meclîsên jinan ên li bajarên Offenbach, Hanaû û Frankfûrt ên Almanyayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re, didomînin.
 
Jin li ber Postxaneya Hanaû’yê hatin ba hev û bi sedan nameyên din jî posta kirin.
 
Di daxuyaniya hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Kampanyaya ku weke YJK-E hatî destpêkirin, heta encam werdigire wê bidome.”