Ji CPT’yê re bi sedan name hatin şandin 2024-05-11 19:26:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Almanyayê li dijî tecrîda li Îmraliyê name ji CPT’yê re şand.   Meclîsên jinan ên li bajarên Offenbach, Hanaû û Frankfûrt ên Almanyayê, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re, didomînin.   Jin li ber Postxaneya Hanaû’yê hatin ba hev û bi sedan nameyên din jî posta kirin.   Di daxuyaniya hatî dayîn de, wiha hate gotin: “Kampanyaya ku weke YJK-E hatî destpêkirin, heta encam werdigire wê bidome.”